Şehîd Ebû Mihemed bi merasîmekê veşartin

Şervanê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Xalid Ziyad Menle (Ebû Mihemed) ê di êrîşa dagirker a dewleta Tirk de li Mibicê şehdî bû, li navçeya Sirînê bi merasîmekê veşartin.

Şervanê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Xalid Ziyad Menle (Ebû Mihemed ) dema êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî gundewarê Minbicê dida şehîd bû.

Nûnerên Rêveberiya Xweser, endamên saziyên sivîl ên bajarê Kobanê û navçeya Sirîn, endamên Rêveberiya Sivîl a Minbicê û gundewarê wê, şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û bi sedan şênî di merasîmê veşartina cenazeyê şehîd Ebû Mihemed de amade bûn.

Merasîm li goristanê bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Paşê Mudirê Dîwana Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Îbrahîm Şerîde axivî û anî ziman kir ku bi saya şehîdan herêm ji terorê rizgar bû. Şerîde soza şopandina rêya şehîdan da.

Bi navê Meclîsa Malbatên Şehîdan hevserokê Şaredariya Gel a navçeya Sirînê Mistefa Muslim sersaxî ji malbatên şehîdan xwest û got: "Şehîdan ji bo ku gel di nav ewlehiyê de bijî canê xwe feda kirin. Em soz didin ku destkeftiyên wan biparêzin."

Piştre nasnameya şehîbûnê hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.

Di dawiyê de şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê cenazeyê şehîd li Goristana Şehîdan a Sirînê veşartin.