Şehîd Ebdullah Xidir Hemdan bi merasîmek girseyî hat veşartin

Şehîd Ebdullah Xidir Hemdan bi merasîmeke girseyê li Pekrawangeha Şehîdan a li navçeya Til Temirê hat veşartin.

Endamên saziyên civaka sivîl û hevrêyên şehîd jî di nav de, bi sedan şêniyên navçeya Til Temirê ya kantona Cizîrê ji bo veşartina cenazeyê şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) şehîd Rûstem Til Temir (Ebdullah Xidir Hemdan) li Pakrawangeha Şehîdan a li navçeyê merasîma veşartinê lidar xistin.

Rûstem Til Temir 10`ê Çileyê li navçeya Til Temirê dema erka xwe bi cih dianî li Til Temirê şehîd bû.

Li pakrawangehê ji bo şehîdên azadiyê deqeyek rêz hat girtin. Piştre Hevserokê Meclîsa Navçeya Til Temirê Mihemed Seîd El Ehmed axivî û sersaxî da malbata şehîd û got: "10 sal in di oxira vê axê de me bi hezaran şehîd da. Em amade ne fedakariyên din jî bikin."

Ji fermandarên Meclîsa Leşkerî ya Til Temirê Ehmed Hesen El Hesen, jî sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got: "Bi hevgirtina me wê fedakariyên şehîdan vala neçin. Di demeke nêzî de wê Serokê me azad bibe û serkeftin pêk were."

Piştre wesîqeya şehadeta şehîd hate xwendin û radestî malbatê hat kirin.

Piştre girse cenazeyê şehîd Rûstem Til Temir, bi tilîliyên dayikan û dirûşmeyan veşartin.