Şehîd Cûdî Firat li Qamişlo hate oxirkirin

Şervanê QSD’ê Azad Arîs (Cûdî Firat) li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan ji aliyê sedan kesî ve ber bi rêwîtiya dawî ve hate oxirkirin.

Cenazeyê şervanên QSD’ê Azad Arîs (Cûdî Firat) ku di berxwedana 13’ê Sibatê ya li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê de li Eyn Îsa şehîd bûbû, li bajarê Qamişlo bi beşdariya sedan kesî hate definkirin.

Bi sedan şêniyên kantona Qamişlo, tevî endamên saziyên sivîl, rêxistinên jinan û partiyên siyasî cenazeyê şehîd Cûdî Firat bi merasîmekî bi heybet li goristana Şehîd Delîl Sarûxan spartin axê. Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, piştre li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Qamişlo endamê meclîsê Kêfo Osman axivî û tevahî şehîdên azadiyê bi bîr anîn û sersaxiya malbata şehîd Cûdî Firat û gelê Bakur û Rojhilata Sûriyê xwest û wiha got: "Şehîd Cûdî şehîdê sêyemîn ê malbatê yê û bi destpêkirina çirûska şoreşê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevli hêzên leşkerî bû."

Kêfo, komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û wiha domand: "Tu hêz nikare me ji fikirê Rêber Abdullah Ocalan û Tevgera Azadiya Kurdistanê bi dûr bixe, em ê heta dawiyê piştgiriya berxwedana li çiyayên Kurdistanê bikin."

Piştre, Endamê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Seîd Sîpan ji axivî û anî ziman ku şehîdan bi fedekariya xwe careke din Kurdistan kir yek û wiha got: "Em îro şehîdên xwe di dilên xwe de oxir dikin. Cîhan bi tevahî destanên dîrokî li ser şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê dinivîsin. Bi berxwedana şervan û fedekariya şehîdên me, em ê azadî, edalet û wekheviyên li Rojhilata Navîn pêk bînin."

Her wiha dayika şehîd Cûdî Firat bi rêya telefonê berxwedana gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê silav kir û ev tişt got: "Ez bi şehadeta zarokên xwe serbilind im, Cûdî zarokê we tevan e. Rêya wan, rêya şeref û rûmetê ye û em ê heta dawî li ser rêça wan bin."

Piştre, belgeya şehîd Cûdî Firat hate xwendin û radestî Meclîsa Malbatên Şehîdan hate kirin û cenaze li Goristana Delîl Sarûxan hate definkirin.