Şaredariya Amûdê: Gelê Kurd divê bêdeng nemîne

Endamên Şaredariya bajarê Amûdê desteserkirina şaredariyên HDP’ê şermezar kir û gotin: “Divê gelê Bakurê Kurdistanê li dijî vê yekê bêdeng nemînin.”

Endamên Şaredariya Amûdê ya Rojavayê Kurdistanê nerzîbûn nîşanî desteserkirina şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê ya ji aliyê rejîma AKP/MHP’ê ve da.

Endamên şaredariyê ji ANF’ê re axivîn.

Endama şaredariya bajarê Amûdê Şehnaz Îsa bal kişand ser tengijîna rejîma Erdogan a di qada navneteweyî de û got: “Piştî ku gefên dagirkirin û êrîşên Erdogan a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve ji aliyê dewletên navneteweyî ve hate sekinadin. Ji bo nede nîşandan ku gav bi şûn ve bavêje vê çarê berê xwe dan şaredariyan. Ev jî bi xwe binkeftina wî nîşan dide.

Îsa bi domdarî got: “Dewleta Tirk amadekariyê xwe yên hilbijartinê dike ji bo wê ku hem dixwaze desthilatiya xwe dirêj bike. Ji bo vê divê gelê Kurd ê Bakurê Kurdistanê rabin ser lingan û bi bilindkirina berxwedana xwe desthilatê têk bibe.

Xorşîd Hebîb jî desteserkirina şaredariyên HDP’ê şermezar kir û got: “Erdogan di nava xwe de ketine nava krîzan, bi van êrîşan dixwaze xwe ji krîzan rizgar bike. Çiqas êrîş bikin em gav bi şûn ve navêjin em ê li ber xwe bidin.”

Her wiha endama ewlekariyê Evên El Umerî bal kişand ser armanca sereke ya dewleta Tirk û got: “Dixwazin Kurdan bi temamî tine bikin. Ji bo wê ye her cihê Kurd lê bin êrîşî wir dikin. Em bang li gelê xwe yên Bakurê Kurdistan dikin bêdeng nemînin.”