BI DÎMEN

Şaredariya Şehbayê piştgirî da gelê Bakurê Kurdistanê

Şaredariya Kantona Efrîn û Şehbayê bi daxuyaniyekê piştgirî da berxwedana gelê Bakurê Kurdistanê ya ji bo xwedîderketina li şaredariyên xwe.

Şaredariya Kantona Efrîn û Şehbayê bi daxuyaniyeke çapemeniyê piştgirî da gelê Bakurê Kurdistanê ku ji bo parastina şaredariyên xwe li qadan e. Daxuyanî ji aliyê Hevşaredar Elîf Şêx Mihemed ve hate xwendin.

Bi navê rêveberiya herêmî û şaredariyan a Kantona Efrîn û Şehbayê serketina DEM Partiyê ya li Bakurê Kurdistanê hate pîrozkirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Ji vir, ji Şehba ya berxwedêr em dengê xwe bilind dikin û bi ruhê felsefeya neteweya demokratîk em ê bi hev re faşîzma Tirk têk bibin û azadiyê bi dest bixin."