Şaredara Reqayê hêjayî Xelata Şaredara Cîhanê hate dîtin

Xelata Şaredariya Cîhanê îsal ji 9 şaredaran re hate dayin ku yek ji wan Şaredara Reqayê Leyla Mistefa ye.

Xelata Şaredara/ê Cîhanê (World Mayor Award) her sal li gorî karên şaredaran tê dayin.

Bi taybetî kalîteya xizmetê ya şaredaran, tevkariya wan li bajaran ên di asta neteweyî û navneteweyî de tê nirxandin.

Amadekar dibêjin, Xelata Şaredara/ê Cîhanê bêpere ye û ev hilbijartin ne ji bo reklamekê ne jî ji bo meyleke bazirganî tê kirin.

Ji ber krîza avhewayê û şewba Covid-19, di projeya Şaredara/ê Cîhanê ya 2021'ê de bajarên hîn xurt, hîn wekhev û hîn şênkahî esas hatin girtin.

Ji bo xelata îsal ji deverên cuda yên cîhanê neh şaredar hatin hilbijartin.

Di nava van neh şaredaran de Şaredara Reqayê Leyla Mistefa, Şaredarê Enqereyê Mansûr Yavaş û Şaredarê Rotterdamê Ahmed Aboûtaleb jî hene.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Xelata Jûrî ya Şaredara Cîhanê ji Şaredara Reqayê ya Sûriyeyê Leila Mustapha re hate dayin, ji ber hewldanên xwe yên jinûve avakirina Reqayê piştî dagirkeriya DAÎŞ'ê."