Şahidek qala hovîtiya dewleta Tirk a li Efrînê dike...

Ciwanekî Efrînî ku xwe ji dagirkerên Tirk rizgar kir, qala hovîtiya dewleta Tirk kir. M.Q. got, êşkence li zarokên 12 salî jî dikirin û diyar kir ku ji bo karibin li Tirkiyeyê di hilbijartinê de dengê xwe bidin, nasname ji kesên li Efrînê re çêkirine.

Dewleta Tirk a dagirker ku tevî komên xwe yên çete roja 20'ê Çileyê dest bi dagirkirina Efrînê kir, ji revandin û kuştina mirovan heta talankirinê, bi her awayî sûcên şer dike. Hema bêjin her roj agahiyên li ser revandin, talankirin, êşkence, destavêtin, destdirêjî û kuştinê ji Efrînê tê.

Ciwanê bi navê M.Q. ku di dema dagirkeriyê de nekarî ji gundê xwe derkeve û piştî çend mehan xwe rizgar kir, qala sûcên li dijî mirovahiyê yê dewleta Tirk kir.

KURÊ METKA MIN JI BER KU CIHÊ MIN NEGOT, HÎN JÎ WINDA YE

M.Q. diyar kir ku dema çete ketin gundê Keferşînê ew li wir bûn û got, "Em nikarîbûn derkevin. Piştre hatim Efrînê. 40 rojan li wir mam. Dûre nekarî vegerim. Ji ber ku gotin, ku li min digerin. Wêneyê min li ser Facebookê belav kiribûn. Êşkence li xizmekî min kirin. Ji bo cihê min bêje. Ji ber ku cihê min ji wan re negot, ew revandin. Em nizanin bê niha li ku ye. Li Efrînê timî êşkenceyê li mirovan dikin. Dikevin nava malan û li mirovan didin. Diçin kîjan malê, ji mirovên li wê malê re dibêjin 'te bi rêxistin kir' û êşkenceyê dikin. Ji bo wan ferq nake bê nêzî rêxistinê ye yan na. Hemûyan bi heman sedemê dibin. Êşkenceyê li zarokên 12 salî jî dikin. Ne xema wan e bê zarok e ya jî extiyar e. Êşkenceyê li hemûyan dikin. Zêdeyî 20 kes li taxa me girtin. Hevalê min girtin. Hevsera wî mamoste bû. Hevsera wî reviya, lê hevalê min di destê wan de ye. Gelek çete ketibûn nava gundê me. Min nema dikarî îrade bikim. Mi got, 'çi dibe bila bibe, em bimirim jî ez ê derkevim'."

JI BO DI HILBIJARTINÊ DE KARIBIN DENG BIDIN, NASNAME ÇÊKIRIN

M.Q. anî ziman ku dewleta Tirk û çeteyên wê dest datînin ser erd û zeviyên gel û bi kirê didn xwediyê wan.

M.Q. got, "Dewleta Tirk ji gelê li wir re got, 'em ê nasnameyê bidin we, hem ji bo li nava Efrînê bi rehetî bigerin, hem jî li welatên din'. Ji hemû mirovên li wir re nasname çêkirin. Lê belê piştre di dema hilbijartinên Tirkiyeyê de bi wan nasnameyan deng dan bikaranîn. Derkete holê ku armanc ji çêkirina nasnameyan dayina dengan bû. Hin malbatên li Efrînê niha bê mal in. Hin malbatên li gundê me hene, tevî ku malên wan hebûn jî niha bê mal in. Wekî din erd û zeviyên welatiyan bi kirê didin welatiyan."

OSO Û ENKS BI HEV RE TEVDIGERIN

M.Q. destnîşan kir ku çeteyên OSO û ENKS bi hev re tevdigerin, sûc dikin û got, "Li hin gundan mirovan ji bo xwe didin xebitandin. Dema mirov naxwazin bixebitin êşkenceyê li wan dikin. Leşkerên dewleta Tirk, OSO û ENKS bi hev re tevdigerin. Li nava gundan digerin."