Îsraîlê yekemcar êrîş bir ser bajarekî peravî yê Sûriyeyê

Îsraîlê êrîşeke hewayî bir ser bajarokê Banyasê yê Sûriyeyê. Hate ragihandin ku endamek ji koma alîgirê Îranê hatiye kuştin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku Îsraîlê li bajarokê Banyasê roja Înê bi êrîşeke hewayî, avahiyeke ku endamên komên aligirên Îranê lê diman, hedef girtiye û 3 teqînên mezin pêk hatine.

Li gorî SOHR'ê li dijî Banyasê cara ewil e ku êrîş pêk tê û di encama êrîşê de avahî bi temamî hatiye rûxandin û kesekî ne ji welatiyê Sûriyeyê jiyana xwe ji dest daye.

Ji destpêka şerê Îsraîl û Hamasê yê li Xezeyê heya niha, Îsraîlê êrîşên xwe yên li ser Sûriyeyê zêde kirine.

Îsraîl di van êrîşan de hevalbendên Hamasê, Hizbullah a Lubnanî jî di nav de komên alîgirên Îranê, dike hedef.

SOHR’ê roja Çarşemê ragihandibû ku li nêzîkî sînorê Sûriye û Lubnanê di encama êrîşeke hewayî ya Îsraîlê de endamekî Hizbullahê hatiye kuştin.

Îsraîlê rojên Çarşem û Pêncşemê êrîşî biribû ser hedefên li nêzîkî Şamê.

SOHR’ê ragihand ku çeperên komên alîgirên Îranê hatine hedefgirtin û di encamê de du endamên Hizbullahê hatine kuştin.

Artêşa Îsraîlê ji sala 2011’an heya niha ku destpêka şerê navxweyî yê Sûriyeyê ye, li Sûriyeyê bi sedan êrîşên hewayî pêk anîne.

Îsraîl gelekî kêm derbarê van êrîşan de daxuyaniyê dide û her wiha gelek caran tîne ziman ku dewleta Îsraîlê wê destûrê nede Îrana ku weke dijminê xwe yê berê dibîne li ser sînorê Îsraîlê bi cih bibe.