Îsraîlê li sîstema fuzeyan a Sûriyeyê xist

Artêşa Îsraîlê ragihand ku li bataryayên parastina hewayî, sîstemên radar û fuzeyan ên ji bejahî ber bi hewayê ve têne avêtin, xistiye.

Artêşa Îsraîlê li ser Twitterê daxuyaniyek da û diyar kir ku piştî ji Sûriyeyê fuzeyên li dijî balafiran hate avêtin, li herêma Samarya û Umm El Fahmê sîren hatiye lêxistin û bêyî ku destwerdanek lê bê kirin li hewayê teqiyane.

Li gorî daxuyaniyê, demeke kurt piştî vê êrişa bi fuzeyê, balafirên Îsraîlê li binesaziya li Sûriyeyê xistine ku êrişî balafiran dikir. Hate ragihandin ku li sîstemeke radarê û bataryayeke parastina hewayî hatiye xistin.

Ajansa Nûçeyan a Sanayê jî diyar kir ku sîstemên parastinê hewayî yên Sûriyeyê, ji ber êrişên bi fuzeyan ên Îsraîlê yên li derdora Şamê, çalak bûne. Di nûçeyê de hate ragihandin ku leşkerek miriye, pênc leşker jî birîndar bûne û xisara madî bûye.

Îsraîl têkildarî êrişên xwe yên li ser Sûriyeyê kêm caran daxuyaniyê dide, lê bi rêk û pêk êrişê dibe ser hêzên ser bi hikumeta Şamê û hêzên Îranê û hevalbendên wê.