Êzidiyên li Kampa Newroz ji bo Ocalan ketin grevê

Li Kampa Newroz a li bajarê Dêrik ê Rojava 30 Êzidiyên Şengalê, li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ketin greva birçîbûnê.

Li Kampa Newrozê jî ji bo piştgirîkirina çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger a Parlementera HDP’ê Leyla Guven welatiyên Êzidî ketin greva birçîbûnê.

Li kampê 30 Şengalî dest bi greva birçîbûnê kirin. Ji çalakvanan Zehra Şemo, Leyla Guven weke sembola jina azad pênase kir û got: “Em jinên Êzidî heta encam bê girtin em li pişt Guven in.”

Şemo ya nerazîbûn nîşanî tecrîda li ser Ocalan da û got: “Em ramanên Ocalan erê dikin. Bi ramanên Ocalan Êzidî rizgar bûn.Şervanên li ser ramanên Ocalan dimeşin jinên Êzidî ji destê DAÎŞ’ê rizgar kirin.”

Hadiye Mixeybir jî got: “Berxwedana Leyla Guven û berxwedêrên zindanên Tirkiyeyê silav dikin. Heta tecrîd bi dawî bibe, em ê destekê bidin wan.