Êrişî Minbîc û Şerayê hate kirin

Artêşa Tirk bi dronan gundê El Hemam a Minbicê û piştre gundên Şewarxa û Malikiyê yên girêdayî Şerayê bombebaran kir.

Êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê didomin. Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, artêşa Tirk gundê El Hemam ya dikeve bakurê rojhilatê Minbicê bombebaran kir. Hêzên Meclîsê hewldanên êrişê yên çeteyan ya li hemberî gundan pûç bikin.

Dewleta Tirk berêvarî jî gundên Malikiyê û Şewarxa yên girêdayî Şerayê bombe kir.

Têkildarê encama bombebaranê agahî nehatin bidestxistin.