Êrîşî Girê Spî hate kirin: Leşkerekî Sûriyeyê birîndar bû

Dewleta Tirk a dagirker êrîşî gundê Evdiko yê Girê Spî kir, di vê êrîşê de leşkerekî Sûriyeyê birîndar bû.

Li gorî agahiyên ku hatine wergirtin dewleta Tirk a dagirker saet di 14.30’an de bi çekên giran êrîşî gundê Evdiko kir.

Hate diyarkirin di êrîşê de leşkerekî Sûriyeyê yê bi navê Firat Milhim birîndar bûye.

Piştî êrîşa dewleta Tirk li herêmê şer dest pê kir.