Êrîşî ANHA’yê tê kirin

Piştî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Hawarnews a ku hewl dide rastiyên berxwedana gel pêşkêşî gel bikin, êrîş lê tê kirin.

Hawarnewsê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku bi tevgera dagirker a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li ser ajansa wan jî êrîşeke mezin heye.

Hawarnews got “Bi êrîşên dewleta Tirk re, ji bo ragihandina berxwedana gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, êrîşî malpera me jî tê kirin.”