Êrişên li ser Başûrê Kurdistanê wê li Rojava bên şermezarkirin

Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê wê di navbera 21-27'ê Hezîranê de dakevin qadan.

Li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ku di şeva 14-15'ê Hezîranê de li Şengal, Mexmûr û Herêmên Parastinê yên Medyayê kir û êrişên dagirkeriyê yên 16'ê Hezîranê li dijî Heftanînê hatin destpêkirin, wê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di navbera 21-27'ê Hezîranê de dakevin qadan.

Meş wê ji aliyê Meclîsa Malbatên Şehîdan ve bên lidarxistin û ciwan û nûnerên saziyên li herêmê wê tevlî bibin.

Mahsûm Hesen diyar kir, ku dewleta Tirk a bi serkêşiya AKP-MHP ên faşîst, bi kiryarên herî qirêj êrişê dibe ser gelên Kurdistanê û bang li her kesî kir ku li dijî dagirkeriyê dakevin qadan.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, ku ji bo tunekirina gelê Kurd ji Serêkaniyê heta Mexmûr û Şengalê êriş li îradeya gel tê kirin û hate gotin, "Ev yek mesajeke mezin e ji bo gelê me yê li Kurdistanê û derveyî Kurdistanê. Parêzvanên azadiyê û mafên mirovan divê bala xwe li ser vê yekê be. Bi navê Meclîsa Malbatên Şehîdan em bang li tevahiya gelê xwe dikin ku li dijî êrişên dagirkeriyê rabin ser piyan û dakevin qadan."

Li gorî daxuyaniyê bernameya çalakiyan wiha ye:

BERNAMEYA ÇALAKIYAN

21'Ê HEZÎRANÊ

Dêrik / Saet 10:00

Amûdê / Saet 10:00

22'Ê HEZÎRANÊ

Qamişlo / Saet 10:00

Til Birak / Saet 10:00

Çilaxa / Saet 10:00

Şehba / Saet 11:00

Heleb / Saet 11:00

23'Ê HEZÎRANÊ

Til Koçer / Saet 10:00

Til Hemis / Saet 10:00

Tirbespiyê / Saet 10:00

24'Ê HEZÎRANÊ

Girkê Legê / Saet 10:00

Til Temir / Saet 11:00

25'Ê HEZÎRANÊ

Dirbêsiyê / Saet 17:00

Hol / Saet 17:00

26'Ê HEZÎRANÊ

Hesêkê / Saet 17:00

27'Ê HEZÎRANÊ

Şedade / Saet 17:00

Kampa Waşokanî / Saet 17:00