Êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dikin

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dikin. Ji danê sibehê û vir ve gelek herêm bi balafirên şer û topan hatin bombekirin.

Ji serê sibehê û vir ve êrîş li ser gelek herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin kirin.

Bi dema herêmî saet di 12:30'î de gundê Dirdara yê li bakurê Til Temirê hate bombekirin.

Saet di 11:30'î de gundên Gozeliyê û Til Lebenê yên li rojavayê Til Temirê hatin bombekirin.

Saet di 09:00 de jî gundên Til Werd, Dada Ebdal û Rebîa yên Zirganê hatin bombekirin.

Heman demê topbaran li ser gundê Cêşan ê li rojhilatê Kobanê û gundê Zorava yê li rojavayê bajêr hate kirin.

Her wiha bombardûman li ser nuqteyeke leşkerên Şamê ya li gundê Qeremoxê yê Kobanê hate kirin.

Gundê Alîaxa yê navbera Dêrik û Çilaxayê jî bi balafirên şer hate bombekirin.