Êrişên dagirkeriyê berfireh dibin -HATE NÛKIRIN

Dewleta Tirk a dagirker gundên Soxanek, Meyasê, Qinetira û Bircqusê yên Şêrawa û mezraya Fewaris a dikeve rojhilatê Babê bombebaran kir. Saetek berê jî li gundê Semoqa û Bendava Şehbayê da.

Dewleta Tirk a dagirker ligel artêşa ji DAÎŞ’ê û El Kaîdeyê berhev kirî bi topan gundên Soxanek, Meyasê, Qinetira û Bircqusê yên Şêrawa topbaran kir.

Her wiha ji baregehên xwe yên li Şêx Nesirê, mezraya Fewaris ya dikeve rojhilatê Babê bombebaran kir. Balafirên keşfê yên dewleta Tirk li ser asîmanê Efrîn, Şehba û Minbicê geriyan.

Saetek berê jî li gundê Semoqa û Bendava Şehbayê da.