Êrîşên dagirkeriya Tirk li Dêra Zorê bi meşekê hate protesotkirin

Bi sedan kesên li bajarokê Siwer a Dêra Zorê hatin ba hev bi meşekê êrîşên gefên dagirkiriya dewleta Tirk şermezar kirin.

Endamên Meclîsa Sivîl a Dêra Zorê, endamên Meclîsa Malbatên Şehîdan, rûspî û şêxên êlan, şervanên QSD’ê, endamên Mala Jinan, Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîşa Jin) û endamên Partiya Pêşerojê ya Sûriyê û şêniyên ji deverên derdora bajarokê Siwêrê hatibûn tevlî meşê bûn.

Girseya ji têketina bajarokê Siwer ber bi kolanên bajarok ve deset bi meşê kirin. Şêniyan wêneyên şehîdan û pankartên bi nivîsîn "Na ji gefên Tirkiyê re" û "Yek welat...yek gel...yek dil" hilda bûn û diruşmên şermezarkirin û redkirina gefên Tirkiyê yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, berz kirin.

Meş li qadeke bajarokê rawestiya. Piştre bi navê meclîsên gel ên Bakur û Naverast Abdulwehab El-Hemade axivî û wiha got: "Gelê Sûriyê hevgirtî ye û gefên derve yên bi armancên tevliheviya ewlehî û aramiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, red dikin."

Piştre bi navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Tirkî Celal got: "Gel heta rizgarkirina tevahî xak dagirkirî, li pey rêça şehîdan e."

Li aliyekî dîtir jî li ser navê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Ehmed Casim El-Hemed wiha axivî: "Pêwîstî bi çareseriyeke siyasî bi rêya diyalogê û redkirina siyaseta dijminatiyê û gefên Tirkiyê yên li ser xaka Sûriyê heye."

Piştre bi navê Mala Jinan Fatme Husên ev got: "Divê bi yek rêzê li beramber dagirkeriya Tirk û têkbirina planên mêtîngerî û dagirkirina ku hewl dide bi bihaneya avakirina herêma "ewle" pêk bîne, bisekinin."

Fatme Husên di dawiyê de bang li civaka navdewletî û raya giştî kir ku binpêkirinên Tirkiyê yên derqaûnî bi mafê xaka Sûriyê û gelê wê rawestînin û der barê kiryarên li Efrînê û herêmên Sûriyê de pêk anîne, lêpirsîn bikin."

Mîtîng bi diruşmên yekîtiya xak, gelê Sûriyê û şermezarkirina dagirkeriya Tirkiyê bi dawî bû.