Êrîşên çeteyan hatin şikandin: 30 çete hatin kuştin
Êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser nuqteyên QSD’ê yên li Gundê Cerse Şerqî hatin şikandin, 30 çete hatin kuştin.
Êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser nuqteyên QSD’ê yên li Gundê Cerse Şerqî hatin şikandin, 30 çete hatin kuştin.
Çeteyên DAIŞ’ê îro saetên sibê êrîş birin ser nuqteyên şervanê QSD’ê yên li gundê Cerse Şerqî. Li ser vê êrîşê di navbera şervanên QSD’ê û çeteyên DAIŞ’ê de şerekî dijwar qewimî.
Şervanan derbên giran li çeteyan dan û êrîş şikandin.
Di encamê de 30 çete hatin kuştin, 2 wesayîtên çeteyan jî hatin ruxandin û rêjeyek çek û cebilxane jî ketin destê şervanan.