Êrîşên bi çekên kîmyewî li Tebqayê hatin protestokirin
Bi pêşengiya Meclîsa Ciwanên Partiya Sûriyeya Pêşerojê, êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker, li gundên Tebqayê hatin protestokirin.
Bi pêşengiya Meclîsa Ciwanên Partiya Sûriyeya Pêşerojê, êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker, li gundên Tebqayê hatin protestokirin.
Li bajarokê Mensûra yê Tebqayê, bi pêşengiya Meclîsa Ciwanan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê, êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker, bi meşekê hatin protestokirin. Meş, ji ber deriyê Mensûra dest pê kir. Di meşê de ala HPG’ê û wêneyên gerîlayên bi çekên kîmyewî hatin qetilkirin, hatin hildan. Ciwanan, di meşê de ji bo balê bikêşînin li ser çekên kîmyewî, alavên xwe parastina ji çekên kîmyewî li xwe kirin. Ciwanan, di meşê de dirûşmeyên “Tolhildan” û “Şehîd namirin” berz kirin.
Li Girkê Legê û Reqayê çalakiyên ciwanan
Yekîtiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), li dijî bikaranîna çekên kîmyewî li Girgê Legê û Reqayê çalakî li dar xistin.
Li Girgê Legê ciwan daketin qadan û meşeke meşaleyî li dar xistin. Ciwanan, bi dirûşmeyan hêrsa xwe ya li dijî êrîşên bikaranîna çekên kîmyewî anî ziman û êrîşên bi çekên kîmyewî yên li dijî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê şermezar kirin.
Li bajarê Reqayê jî ciwan daketin qadan û li ser çekên kîmyewî û erka ciwanan broşur belav kirin.