Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser qadên niştecihî yên leşkerî, saziyên xizmetê û binsaziyê ya li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê didome.
Artêşa Tirk cihek li gundê Dîbana yê girêdayî Qamişlo bi balafirên bêmirov ên hewayî bombebaran kir û di encamê de 5 leşkerên ku girêdayî hikûmeta Şamê ne hatin qetilkirin.
Dewleta dagirker tevahiya rojê herêmên Rêveberiya Xweser bombebaran kir. Li ser rêya balafirgeha Qamişlo depoyekê, Şîrketa Nêrgizê ya li gundê Herêmê Şêxo û îstasyona ceyranê ya li herêma Hîzama Bakur bi balafirên bêmirov bombe kirin.
Gundê Merkeba yê girêdayî navçeya Amûdê ya Kantona Cizîrê, îstasyona elektirîkê ya navçeya Amûdê, gundê Kotihê ya li rojavayê navçeyê û aşa “Dirbasê” ya li ser rêya Hesekê-Amûdê bombebaran kirin. 2 karkerên bi navê Hisên Ayiş Hisên (45) û Mihemed Xêr Ehmed Şêxê (23) ku di aşê de dixebitîn, birîndar bûn.
Kobanê jî yek ji wan bajarên ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hate bombebarankirin. Li bajaroka Çelebiyê ya rojhilatê bajêr embarek genim, qada daristanî û kargeheke çîmentoyê hatin bombekirin. Her wiha tîmên îtfayeyê yên ku ji bo vemirandina agirê kargehê hatin herêmê jî hatin hedef girtin.
Piştî bomberdûmana embara genim a li Kobanê, li hemberî rojnamevanên ku ji bo şopandina bûyerê çûn herêmê jî êrîşek pêk hat. Di êrîşê de rojnamevanek birîndar bû.
Di deqeyên dawî de li bajarê Tirbespiyê îstasyona petrolê ya Ûdê û elektirîkê hatin bombekirin.