Êrişa li ser Minbic û Şehbayê

Artêşa Tirk a dagirker bi balafirên bêmirov gundê Um Edese yên Minbicê û derdora wê bombebaran kir. Her wiha ligel çeteyên girêdayî xwe gundê Şalê û Xirbet Şalê yên Şehbayê topbaran kir.

Li gorî daxuyaniya Meclisa Leşkerî ya Minbicê, balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker ji baregeha xwe ya li gundê Yaşelî rabû, derdora gundê Um Edese yê dikeve bakurê rojavayê bajarê Minbicê bombebaran kir. Têkildarê encamên bombebaranê agahî nehatin zanîn.

Ji aliyê din ve dewleta Tirk a dagirker û artêşa ku ji çeteyên xwe yên DAÎŞ û El Nusrayê çêkirî dest bi topbarankirina gundên Şale, Xirbet Şale û Belûniyê yên Şehbayê kir.

Heta niha derdora 20 guleyên obusan li van gundan ketine.