'Êrîşa li dijî hêzên QSD'ê yên li Dêra Zorê şaşitiyek stratejîke'

Desteya Rêveber a Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê êrîşa hawayî ya Rûsya û rejîma Sûriyeyê li ser noqteyên QSD'ê yên li Dêra Zorê şermezar kir û diyar kir ku ev êrîş şaştiyeke stratejîk e.

Desteya Rêveber a Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê têkildarî bombebarana noqteyên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li bakurê Dêrazorê, ji aliyê balafirên Rûsya û rejîma Sûriyeyê ve daxuyaniyeke nivîskî da.

Desteya Rêveber di destpêka daxuyaniyê  de berxwedana şervanên Pêngava Bagera Cizîrê silav kirin û şîfa xêrê ji birîndar re xwestin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Bi pêveçûnên Hêzên Sûriyeya Demokratîk li dijî DAIŞ‘ê li Reqa û Dêrazorê û rizgarkirina sivîlan ji zulma DAIŞ‘ê re, balafirên Rûsya û rejîma Sûriyeyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk bombebaran kirin. Ev êrîş şaştiyeke stratejîk e ji aliyê Rûsiyê ve. Ji ber ku ev yek xizmeta DAIŞ‘ê dike û temenê wê dirêj dike. Li aliyeke din jî aloziya Sûriyê kûrtir dike û mayîna gelê me li Dêra Zorê di bin zilma DAIŞ‘ê de dirêjtir dike.

Em teqez dikin ku ev êrîş nerazîbûneke mezin ji aliyê gel me ve çêdike. Ji ber ku niha dem dema ku hemû hêz ji bo tinekirina DAIŞ`ê hevgirtina xwe xurt bikin. Rûs û rejîma Sûriyeyê êrîş birin ser hêzên ku ji bo rizgarkirina sivîlan canê xwe feda dikin. Ev êrîş yasayên şerê li dijî terorê û nirxên exlaq bin pê dike.

Wekî din em teqez dikin ku ev êrîş wê îradya şervanên me yên leheng û têkoşîna wan a li dijî DAIŞ'ê têk nebe, berevajî vê yekê wê pêngava Bagera Cizîrê Dêra Zorê rizgar bike û pêngava Xezeba Firatê jî wê Reqayê jî rizgar bike.

Herî dawî em bang li civaka navdewletî, hêzên koalîsyonê yên li dijî terorê dikin ku desteke bidin Hêzên Sûriyeya Demokratîk û li hember van êrîşan bisekinin."