Êrîşa çeteyan hate têkbirin: 23 çete hatin kuştin

Êrîşa çeteyên DAIŞê ya li ser gundê Meyselûn ê li bakurrojavayê Reqayê ji aliyê şervanên QSD'ê ve hate têkbirin. Di şer de 23 çete hatin kuştin.

Çeteyên DAIŞ'ê pêr nîvê şevê êrîşeke giran birin ser gundê Meyselûn ê li bakurrojavayê Reqayê. Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) di cih de bersiv dan çeteyan û li gund û derdora wê şer derket. Vî şerî du şev û rojekê dewam kir û di encamê de koma çeteyan a êrîşî gund kir, hate îmhakirin. Di vî şerî de herî kêm 20 çete hatin kuştin.

Piştî têkbirina vê êrîşê, şervanan berê xwe dan depoyeke çekan a DAIŞ'ê, ku bi 2 kîlometreyan dûrî bajarê Reqayê ye. Depo hate teqandin û li vir jî 3 çete hatin kuştin.

Şervanên QSD'ê, di çarçoveya qonaxa çaremîn a Pêngava Xezeba Firatê de ji bo rizgarkirina bajarê Reqayê her bi pêş ve diçin.