Êrîşa çeteyan a li Siwer hate şikandin
Êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya li ser herêma Siwer a dikeve Bakurê rojhilatê Dêra Zorê hate şikandin, panzerk kete destê şervanên QSD’ê.
Êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya li ser herêma Siwer a dikeve Bakurê rojhilatê Dêra Zorê hate şikandin, panzerk kete destê şervanên QSD’ê.
Pêngava Bagera Cizîrê ku di roja 9`ê mehê de hatibû destpêkirin, bi hemû leza xwe dewam dike. Li herêma Siwer a bakurê rojhliatê Dêra Zorê, çeteyên DAIŞ`ê dema bahozeke tozê rabû, êrîşî nuqteyên şervanên QSD`ê kirin. Şervanan yekser bersiv dan û li herêmê şerekî dijwar rû da. Di encama berxwedana şervanan de, êrîşa çeteyan hate şikandin û çeteyek bi saxî hate girtin.
Her wiha panzêrek çeteyan jî kete destê şervanên QSD`ê.
Tevî bahoza tozê ya dijwar, şervanên QSD`ê li herêma Siwer bi pêşve diçin û derbeyan li çeteyan dixin.