Çîroka jineke Fîlîstînî li nava civaka Kurd

Jin a Fîlîstînî Selam ku berxwedêriya jinên Kurd û têkoşîna azadiyê ya jinê bandoreke xurt lê kiriye, qala çîroka xwe kir.

Jin a Fîlîstînî Selam li kampa Yermûkê ya li Şamê ji dayik bû, ku kamp ji sala 1948'an û vir ve bûye wargehek ji koçberên Fîlîstînî re.

Selam ji ANF'ê re qala çîroka jiyana xwe kir û anî ziman, malbata wê ji ber dagirkeriya Îsraîlê neçar ma cih û warê xwe biterikîne û li Sûriyeyê bi cih bû.

Selam a ku li Şamê dixwend, di heman demê de rewşa li welatê xwe Fîlîstînê jî ji nêz ve dişopand. Piştî ku xwendina wê gihîşt asta zanîngehê, li Sûriyeyê şerê navxweyî dest pê kir û ew jî neçar ma ku koçberî herêmeke cuda bibe.

Selam hingî hevjînê xwe yê Kurd nas dike, ku nêzî 20 salan ji ber rewşa jiyanê li Xûta dima. Piştî çend salan jî li gundê hevjînê xwe bi cih dibe.

Selam li gund dest bi mamostetiyê dike û bi vî rengî tevlî nava civakê dibe, çand û xwezaya herêmê nas dike.

Selam anî ziman ku di vê demê de wê nas kir ku doz û armancên gelê Kurd û gelê Fîlîstînê weke hev e û wiha axivî: "Dema ku nû derbasî gund bûm, min li fîlmekî li ser şehîdeke Kurd temaşe kir. Dema ku min dît ku jin çiqasî bi xak û gelê xwe ve girêdayî ye, ez gelekî bi bandor bûm. Pê hesiyam ku di nava civaka Kurd de jin berxwedêr in û xaka xwe azad dikin. Têgihiştim ku ev yek jî bi saya fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan e. Hebûna mafê jinê, qedexekirina pirzewacî, her wiha qedexekirina zexta li ser jinê ya li nava civaka Kurd bandoreke gelekî xurt li min kir."

Selam destnîşan kir ku van rastiyên wê dîtin, kir ku hîn bêhtir nêzî civaka Kurd bibe, hîn bêhtir jê hez bike û got, "Ez zarokên xwe li ser vê esasê mezin dikim. Niha derbasî asta zimanê Kurdî dibe, ji bo hîn bi xurtî tevlî nava civakê bibe."