"Li Sûriyê dema ku alaya PKK’ê hate qedexekirin tesîra rejîmê li ser gel zêde bû. Tirseke mezin hebû. Û ji bo ku mirov tiştekî wiha bikira diviya ku mirov gelek tişt bida ber çavan. Salvegera damezirandinê ya partiya me nêz bûbû û me li nav xwe nîqaş dikir ku em çawa pîroz bikin. Me biryar da, me yê alaya PKK’ê çêbikira û bi vê alayê re pîroz bikira. Me qumaşê kesk, sor û zer anî. Fikra çêkirina alayê ya Şepal bû. Şepal terzî bû. Êvarî em komî ser hev bûn û me got em alayê çêbikin. Kurê min Serxwebûn jî terzî bû. Wî jî alîkarî da me. Wê şevê em raneketin. Yekî qumaş anî, yekî birî. Elektrîk qut bûbû. Me hinek jê bi zemqê pê ve kir. Me beşek jê bi mekînê dirût. Me hersêyan bi hev re çêkir. Ji bo ku em salvegera damezirînê ya partiyê pîroz bikin me ala bi destê xwe çêkir.’’
Piştî ku alayê çêdikin eynî salê şoreşgerê mezin ê ji Serêkaniyê Rûstem Cûdî şehîd dibe. Şemsîxan dibêje bi alaya ku çêkirin Rûstem Cûdî pêşwazî dikin. Şemsîxan got, ‘’Jixwe piştî ku me ala çêkir Rûstem Cûdî şehîd bûbû. Me yê çawa heval Rûstam pêşwazî bikira. Her kesî ji heval Rûstem hez dikir. Gerîlayekî wiha bû ku bi salan têkoişyabû. Dema ku em çûne merasîmê, li gel posterên şehîdan, me alaya mezin ku bi destê xwe çêkiribû jî bi otobosê ve kir. Me bi vê alayê şehîd Rûstem pêşwazî kir. Jixwe salvegera PKK’ê tê, em ê cejna vejînê dîsa bi vê alayê pîroz bikin.’’
Şepal Gulo, sala 2011’an, ji bo salvegera damezirîna PKK’ê pîroz bikin fikra çêkirina alayê danî holê. Gulo dema ku behsa wê rojê dike, dibêje her demê wan dixwest ku vê roja girîng bi rengên cihê pêşwazî bikin, ew ji bo ji bo wan rojeke nû bû û got, ‘’Sala 2011’an bû, salvegera PKK’ê nêz dibû. Min digot gelo em dikarin bi rengekî çawa têkevin wê rojê. Min ji xwe re digot gelo mirov dikare çawa rihê Apoyî dîsa bîne. Tirseke zêde hebû. Diviya lêdan, her cure êşkence bidana ber çavan. Em ji bo ala û zimanê xwe hatin girtin. Ji bo ku me komploya 15’ê Sibatê şermezar kir em hatin girtin. Wê salê min ji xwe re got fersend e ku em alayê çêbkin. Me digot em çawa dikarin alayê çêbikin. Ji bo ku em qumaş bikirin me sê kesan di nav xwe de pere dane hev. Ne zêde bû lê rewşa me jî li ber çavan bû. Min gote Serxwebûn, ‘’Tu li sûkê dixebitî, ji me re qumaş bîne’’Me negot ji ber çi ye. Heta wê gavê tirs hebû. Me qumaşê kesk, sor û zer anîbû. Wê şevê em pir kêfxweş bûn. Zarok û hemû malbat li dora me kom bûbû. Dema ku gotin,’’Hûn ê çi bikin?’’ me got, ‘’Em ê alayê çêbikin.’’Em pir kelecanî bûn. Me alaya xwe li mala Şemsîxan çêkir. Odeyeke wan a mezin hebû. Li devera ku me çêdikir me digot, ‘bila kesek nebine.’’ Me nizanîbû rengê girover ê li alayê çêbikin. Me çû sifreya xwarînê anî. Sifreyeke Şemsîxan hebû, biçûk bû. Got,’’ya cîrana me heye’’ û çû ew anî. Me ala bi destan dirût. Ji bo ku em rast bidûrin, Şemxîxan aliyekê digirt û Serxwebûn aliyekî wê.deverên xwehr me bi zemqê pê ve dikir. Piştre me didûrit. Her dema ku me kêlek davetiyê em pir kêfxweş dibûn. Rihekî ecêb bû. Dema ku me qedan me anî ser mekîneya dirûtinê û careke dî di ser re çûn. Berê sibehê me qedand. Em westiyabûn. Şemsîxan jî li ser vê westanê çay da me. Zarokan digot em bi dîwêr ve bikin, me bi dîwêr ve dikir lê li dîwêr mezin bû, me bi ya dî ve dikir nedibû. Me digot em bi devereke wiha ve bikin ku em bikaribin bi temamî vekin. Dema ku me qedand xeber hate ji me re ku ji bo heval Rûstem Cûdî wê merasîm çêbibe. Dema ku malbat em tev çûne merasîmê me bi otobosê ve kir. Her kes şaş mabû. Digotin, ev ala ji kû anîne. Bi salan bû ku me xeyal dikir alayeke wiha mezin rakin. Fersend çêbûbû. Bi rastî jî pir kêfa me hatibû. Milkê me Bû, me digot, ya me ye. Hevalan digotin,’ bidin me em daleqînin’’, min digot, ‘’Me ev bi destê xwe çêkiriye, em pê re westiyane, ya me ye’’ û me nedida kesî. Çêkirina wê bi zehmet bû lê em pir kêfxweş bûbûn. Me bi wê coşî û morale ew ala çêkir. Ji wê rojê û wir ve berpirsyariy wê li ser Şemsîxan e. Di her merasîm û pîrozbahiyê de em alayê derdixin. Ev ala bi coşiya salvegera damezirandina PKK’ê hate çêkirin. Her ku ew roj nêz dibe em dibêjin,’’em alaya xwe rakin!’’