Çeteyên Tirkiyeyê xwe ji rêya M5’ê vedikşînin

Tê diyarkirin ku wê îro heyeteke ji Rûsyayê li Enqereyê hin serdanan bike û beriya vê civînê çeteyan biryar dane ku ji rêya M5’ê vekişin.

Piştî ku hêzên rejîma Sûriyeyê bi piştgiriya hewayî û bejahî ya Rûsyayê bajaroka Seraqîb a Îdlîbê stend, hate ragihandin ku hin komên çeteyan li ser rêya M5’ê ji hin qadan xwe vedikişîne.  Li gorî agahiyan di navbera Seraqîb û Helebê de wê çete ji 20 cihan vekişin. Beriya serdana Rûsyayê ya li Enqereyê ev biryar hate dayîn.

Mala Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê jî diyar kir ku balefirên şer ên Rûsyayê di 36 saetên dawîn de li dijî Îdlîbê êrîşên hewayî nekirine.

Li gorî peymana Soçîyê ya ku di navbera Rûsya, Tirkiye û Îranê di 17’ê Îlona 2018’an de hatibû îmzekirin, her sê aliyan li derdora Îdlîbê 12 bendên çavdêriyê ava kiribûn. Tirkiyeyê garantoriya çeteyên li Îdlîbê wergirtibû, Rûsya û Îranê jî garantoriya rejîmê wergirtibûn.

Beriya serdana heyeteke Rûsyayê ya li Enqereyê çete xwe ji rêya M5’ê vedikşînin û tê diyarkirin ku ji bo Tirkiye li ser maseyê xurt be, ev biryar hatiye dayîn.

Artêşa Tirk duh şev jî bi qasî 200 wesayîtan ber bi Îdlîbê ve, sewqîyaya leşkerî kir. Tê diyarkirin ku li Îdlîbê nêzî 5 hezar leşkerên Tirk hene.