Çeteyên Tirk li Efrînê ciwanekî din kuştin

Li navçeya Cindirêsê ya Efrînê ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê dor lê girtine, ciwanê bi navê Ebdo Mihemed Tobal hate kuştin.

Çavkaniyên herêmî dibêjin dewleta Tirk û çeteyên wê kesên ku alîkariya wan dikin jî dikujin.

Li gorî nûçeya ANHA'yê ku agahiyên xwe ji çavkaniyên hermî girtiye, dewleta Tirk a dagirker vê dawiyê gelek endamên ENKS'ê direvînin, dikujin û êşkenceyê li wan dikin.

Hate ragihandin, berpirsyarê koma çete ya Ceyş El-Şerqiyê ya ser bi artêşa Tirk, li navçeya Cindirêsê ciwanê bi navê Ebdo Mihemed Tobal kuştiye.

Li heman navçeyê, çete êrîşê dibin ser kesên ku alîariya wan dikn. Serokê meclîsa ku dagirkeran li navçeyê ava kirin hate revandin û piştî ku êşkence lê hate kirin li mala wî hate vegerandin.