Çeteyên Tirk li Efrînê sivîlek qetil kirin, yek jî revandin.

Welatiyê sivîl ê ji Efrînê Seydo Mihemed (38) ku ji aliyê çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve hatibû revandin, ji ber êşkeneya lê hate kirin, jiyana xwe ji dest da. Her wiha çeteyan Mûrad Reşîd Mihemed jî revandiye.

Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê ragihand ku 30’ê Tebaxê Mihemed ê hatî revandin, ji ber êşkenceya lê hatî kirin, jiyana xwe ji dest daye.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Mihemed ê ji navçeya Bilbilê ku piştî dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li navçeya Cindirêsê dijiya, berî mirinê bi 3 rojan ji aliyê koma çete ya bi navê ‘Cephe El Şamiye’ ku girêdayî dewleta Tirk a dagirker e, hatiye revandin.

Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê destnîşan kir ku Mihemed ji ber êşkenceya lê hate kirin rewşa wî ya tenduristî xirab bû û li ser vê hate berdan, li nexwexaneya li Cindirêsê dihate dermankirin jiyana xwe ji dest da.

Her wiha Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê ragihand ku Tebaxa 2018’an Mihemed ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve hatibû revandin û li beramber 500 hezar lîreyê Sûriyeyê weke fîdye hatibû berdan.

Li aliyê din rêxistinê diyar kir ku çeteyên Ehrar el Şerqiye  yên girêdayî dewleta Tirk 31'ê Tebaxê li gundê Yelanqoz a Cindirêsê Mûrad Reşîd Mihemed (58) revandin. 

Hate ragihandin ku dema Mihemed ji gundê xwe diçû Ezazê hatiye revandin, pere û amûrên li gel jî hatiye dizîn.

Agahî li ser aqûbeta wî nayê zanîn.

Her wiha hate ragihandin ku berî niha Mihemed ji aliyê çetan ve hatibû revandin û li pêşberî pereyan jî hatibû berdan.