Çeteyên Tirk êrîşî Efrîn û Şehbayê dikin

Komên çete yên ser bi dewleta Tirk ve, êrîşên xwe yên li dijî Efrîn û Şehbayê zêde û berfireh dikin. Herêmên ku koçber jê derbasî nava Efrînê dibin, tên bombekirin.

Çete, cihê ku koçber jê derbasî nava Kantona Efrînê dibin, bombe dikin.

Çeteyên dewleta Tirk ên li Ezazê bi cih bûne, danê sibehê bombe li gundên Enab, Teneb, Qetma, Qestel, Cindo û Vêlat Qadî yên navçeya Şera ya Efrînê barandin. Piştre bombe li gundên Celbir, Keşteyar, derdora kampa Şehbayê ya li Dêr Cemal û bajarokê Der Cemalê barandin.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatine bidestxistin, herêma li gundê Qetam ku weke cihê hatina koçberan ji bo Kantona Efrînê tê zanîn, ji aliyê çeteyan ve hatiye bombekirin.

Çeteyên dewleta Tirk ên li Marî bi cih bûne, bombeyan li herêmên Til Rifet û Şêx Hîlal ên li Şehbayê barandin.

Hat ragihandin êrîş hê jî dewam dikin û bi dehan top li gundên Efrîn û Şehbayê ketine.