Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

Çeteyên Tirk êrîşî bendên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê kirin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker ji doh bi şev heta danê sibehê êrîşî bendên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê yên li ser xeta El Sacûrê ya bajarê Minbicê kirin.

Li gorî ANHA'yê ku agahî ji çavkaniyên leşkerî yên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê girt, komên çete yên dewleta Tirk a dagirker ji doh bi şev heta danê sibehê êrîşî bendên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê yên li ser xeta El Sacûrê kirin.

Hate ragihandin, çete mizgefta Seyda Xedîce û Emer Bîn Xetab ji xwe re kirine navend û ji wê derê êrîş dikin.

Piştî ku dewriyeyên hevbeş ên Tirkiye û koalîsyonê bi serkêşiya Amerîkayê li wan herêman dest pê kir, êrîş zêde bûn.

LI MINBICÊ MAYINEK TEQIYA: 2 KES BIRÎNDAR BÛN

Di vê navberê de li ser rêya gundê Hec Abidîn ê li başûrê rojavayê Minbicê mayinek teqiya.

Hêzên Ewlekariya Navxweyî û hêzên Hawarê berê xwe da cihê teqînê, tedbîrên pêwîst girtin û dest bi lêkolînê kir.

Hate zanîn ku di encama teqînê de endamekî Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û sivîlek birîndar bûne.