Çeteyên li Idlibê bi unîformayên artêşa Tirk li herêmê hatin bicihkirin

Tê diyarkirin ku artêşa Tirk ji bo ku gelek çeteyan ji operasyonên rejîm û Rûsyayê biparêze, unîformayên xwe li wan kiriye û ew bi wesayîtên xwe yên zirxî li herêmê bi cih kiriye.

Dewleta Tirk ji bo ku pêşî li operasyona artêşa Sûriyeyê û Rûsyayê li dijî Idlibê bigire, taktîkên nû diceribîne. Hate diyarkirin ku dewleta Tirk unîformayên artêşa xwe li gelek çeteyan kiriye û dixwaze wan li Idlibê biparêze.

Artêşa Tirk di 10 rojên dawîn de bi qasî 500 wesayîtan sewqiyata leşkerî kir û ji bo parastina çeteyan unîformayên xwe li wan dike.

Li gorî agahiyên ku hatine wergirtin gelek çeteyên ji komên bi navê Sûltan Mûrad,Tumena Hamza, Sultan Suleyman Şahd û Mûntasir Bîlallah ên ku artêşa Tirk ew perwerde kiribûn, bi unîformayên artêşa Tirk çûne Idlibê.

Tê diyarkirin ku ev komên berê ji aliyê artêşa Tirk hatibûn perwerdekirin, ji xeynî bendên çavdêriyê li bendên leşkerî jî tên bicihkirin.

LI SERAQÎBÊ HATIBÛN BICIHKIRIN

Hate hînbûn ku artêşa Tirk di serê meha Sibatê de ji bo ku pêşveçûna rejîma Sûriyeyê û Rûsyayê bide sekinandin li 4 bendên derdora Seraqîbê ev kes bi cih kiribû. Bi wesayîtên zirxî û tankên dewleta Tirk jî ji aliyê van çeteyan êrîşî hêzên rejîmê tê kirin.

Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatine wergirtin, piştî ku Seraqîb ket, gelek çeteyan jî xwe vekişandine van bendan û bi wesayîtên artêşa Tirk hatine tehliyekirin.

LÎSTIKA NÛ: GUHERANDINA UNÎFORMAYAN

Ji destpêka şerê Sûriyeyê û heta niha gelek endamên MÎT’ê û endamên daîreya şerê taybet a Tirk bi unîformayên komên çeteyan ên li herêmê dixebitîn. Lê tê dîtin ku dewleta Tirk li Idlibê unîformayên xwe li çeteyan dike û dixwaze xweli herêmê xwe xurt bike.

Ajansa nûçeyan a Reûtersê duh di nûçeyekê de diyar kiribû ku 40 fermandarên çeteyan ên artêşa Tirk û MÎT’ê li Reyhanliyê kom bûne û gotine “Hevdîtinên bi Moskovayê re negihiştin encamê, xwe ji rewşa xerab re amade bikin.”

Rayedarekî Tirkiyeyê di heman nûçeyê de gotibû ku “Sûriye û Rûsyayê hemû peyman bin pê kiriye û divê ew xwe ji vê rewşê re amade bikin. Li Sûriyeyê êdî serdemeke nû hatiye destpêkirin.”

SEWQIYATA LEŞKERÎ DIDOME

Mala Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê diyar kir ku artêşa Tirk di hefteyek dawîn de bi 240 wesayîtan sewqiyata leşkerî kiriye û hejmara leşkerên wê yên li Idlibê jî bûye 5000.

Li gorî texmînan ji serê meha Sibatê û heta niha artêşa Tirk herî kêm bi qasî hezar û 480 wesayîtan sewqiyata leşkerî kiriye.