Çeteyên girêdayî dewleta Tirk, 40 Kurd revandin
Meclîsa Leşkerî ya Babê, ragihand ku artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wê ji duh ve tavêjin ser malên Kurdan ên li Babê û 40 kes revandine.
Meclîsa Leşkerî ya Babê, ragihand ku artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wê ji duh ve tavêjin ser malên Kurdan ên li Babê û 40 kes revandine.
Meclîsa Leşkerî ya Babê li ser malpera çapemeniyê ya giştî ya xwe agahiyek parvekir û diyar kir ku artêşa Tirk û çeteyên wê tavêjin ser gundên dikevin bakurê bajarê Babê, gelê Kurd direvînin.
Di nava agahiyên hatin dayîn de, ji gundên Til Betal, Qar Kelbîn, Cidûd û Qebasînê 40 sivîlên Kurd hatine revandin û têkildarî aqûbeta wan ti agahî nehatine girtin.