Çeteyên Erdogan sivîlekî din bi rengekî hovane kuştin
Hate ragihandin ku çeteyên dewleta Tirk li Îdlibê sivîlek revandine û ji ber ku fîdyeya dixwestin bidestnexistin bi hovane ew kuştine.
Hate ragihandin ku çeteyên dewleta Tirk li Îdlibê sivîlek revandine û ji ber ku fîdyeya dixwestin bidestnexistin bi hovane ew kuştine.
Li gorî nûçeya ANHA’yê beriya hefteyekê çeteyên artêşa Tirk a dagirker li gundê Mecliya yê herêma Erîha ya Îdlibê êrîşî Merwan Hemdawî û komeke karker kir ên ku li ser zeviyên xwe kar dikirin.
Hate ragihandin, di navbera çete û karkeran de şer derketiye û piştî şer çeteyan Hemdawî revandine.
Piştî çend rojan ji revandina Merwan Hemdawî, dîmenek li ser malperên tora civakî hate belavkirin, tê de çete êşkenceyê li Hemdawî dikin û ji malbata wî 250 hezar dolarên dixwazin ku wî berdin.
Di dîmenan de çeteyan gefa 'eger pereyê dixwazin neyê dayîn wê organên laşê Hemdawî jê bikin' xwarin. Lê kurî Hemdawî pereyê ku çeteyan dixwest peyda nekir. Li ser vê çeteyan organên Hemdawî jê kirin û hi hovane ew kuştin.
Ev ne cara yekê ye ku dewleta Tirk û çeteyên wê hovîtiyên bi vî rengî dikin. Di serî de li Efrînê û hemû herêmên dagirkirî bi awayekî rêk û pêk sivîlan direvînin, dest datînin ser mal û milkên wan, êşkenceyê li wan dikin û bi hovane wan dikujin. Rêxistinên mafên mirovan ragihandin ku bi hezaran mirov bi awayekî kêfî tên destgîrkirin û êşkence li wan tê kirin.