Çeteyên Enqereyê êrîş birin ser Şehbayê

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker ji Mareyê êrîş birin ser navçeya Fafîn a Şehbayê.

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, komên çete yên ser bi Enqereyê hawan avêtin navçeya Fafînê.

Topa hawanê li cihekî nêzî kampa Berxwedanê ket ku bi hezaran Efrînî lê ne. Êrîşa bi hawanê li gorî dema herêmê saet 00:15'an pêk hat.

Ev êrîşa çeteyan di demekê de hate kirin ku dewleta Tirk êrîşî Kobanê û Girê Spî dike. Rejîma Enqereyê ji 28'ê Cotmehê û vir ve êrîş dibe ser xaka Rojava û Bakurê Sûriyeyê. Herî zêde jî sivîl dibin mexdûrê êrîşan.