Çeteyên dewleta Tirk êrîş birin ser gundên li bejahiya Babê

Meclîsa Leşkerî ya Babê diyar kir ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker êrîş birine ser gundên li rojhilatê bajêr. Meclîsa Leşkerî ragihand ku êrîş hatiye têkbirin, lê şer hîn jî dewam dike.

Nivîsgeha Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Babê bi daxuyaniyekê ragihand ku şervanên meclisê hewldana çeteyên artêşa Tirk a dagirker a ketina nava gundewarê rojhilatê bajêr têk bir.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Hêzên meclisê bersiva hewldana çeteyan a ketina eniyên gundên Biwêhîc, El Bûgaz û Hemrayê da û hewldana çeteyan ku pêşde werin, têk bir."

Her wiha got, çeteyan gundên El Bûgaz, Biwêhîc û Hemrayê bi çekên giran û navîn topbaran kirin û ragihand ku li eniyên gundên navborî şer didome û bersiva hewldana ketina nava van gundan tê dayîn.

Li eniyên gundewarê rojava û bakur ên bajarê Babê yê rizgarkirî di navbera çeteyên û meclisên leşkerî yên Bab û Minbicê de şerekî dem dem rû dide