Çeteyên dewleta Tirk bi hev ketine!

Li Efrîn û Cerablûsê ya ku hatiye dagirkirin, komên çeteyên dewleta Tirk bi hev ketine.

Ji saetên sibehê ve bi çekên sivik li navenda Efrînê şer di navbera koman de didome.

Li aliyekî din, polîsên leşkerî yên artêşa Tirk a dagirker li taxa Eşrefiyê ya Efrînê dest bi girtina komek ji çeteyên Zinkî kirin yên ku nû tev li çeteyên Cebhe El-Şamiyê bûne.

Di şer de, polîsên leşkerî yên artêşa Tirk a dagirker hemû rêyên li navenda Efrînê ji taxa Mehmûdiyê heta taxa Eşrefiyê û daketina Efrînê li aliyê navçeya Cindirêsê girtin.

Şerê di navbera çeteyên Tirkiyeyê de dewam dike.

CERABLÛS

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin ji saet 02’ê sibehê û heta niha li bajarê Cerablûsê dengê gulereşandinê tê bihîstin.

Çavkaniyan diyar kir ku şer di navbera komên çete yên Tirkiyeyê de pêk tê yên ku Cerablûs ji Tebaxa 2016`an dagir kirine.

Li Efrîna dagirkirî jî heman şer rû didin. Li gorî agahiyên ku hatin bidestxistin, sedema şer ji ber nakokiyên navxweyî û desthilatdariya li ser herêmê ye. Di şer de çekên giran jî bi kar tên.

Li herêma ji bajarê Cerablûs heta bajarê Efrîn û Ezaz û Babê ku di bin dagirkeriya Tirkiyeyê de ye, nakokî û tevliheviya ewlehî rû dide, pir caran ji bo desthilatê çete bi hev dikevin û kiryarên kuştinê, dizîn, revandin û destdirêjî pêk tê.