Çeteyên dewlet Tirk 5 kes revandin
Çeteyên dewleta Tirk li Efrînê 5 kes revandin.
Çeteyên dewleta Tirk li Efrînê 5 kes revandin.
Li gorî agahiyên ji herêmê hatin wergirtin, di 14`ê Mijdarê de çeteyên ‘El-Hemzat’ ên girêdayî artêşa Tirk a dagirker 4 şêniyên gundê Basûtê revandin.
Navên kesên hatine revandin, wiha ne: Elî Xelîl Xalid, Heyder Semîr Wilo, Hemze Xalid, Hisên Dimso. Çavkanî diyar kir ku çeteyan ew birine girtîgeha li bajarê Efrînê û heta niha çarenûsa wan ne diyar e.
Çavkaniyekî din jî ji navçeya Şiyê ragihand ku çeteyên Sultan Suleyman Şah (Emşat) di 17`ê Mijdarê de şêniyê bi navê Mihemed Mustafa Şêxo (32) revand, hîna jî çarenûsa wî ne diyar e.