Çeteyên DAÎŞ’ê li Sûriyeyê êrîşî hêzên Şamê kir: 14 mirî

Hat ragihandin ku çeteyên DAÎŞ’ê li çola Palmîrayê êrîşî otubuseke hêzên Şamê kir û herî kêm 14 leşkerên Şamê mirine.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) roja Sêşemê daxuyaniyek da û diyar kir ku li rojhilatê vilayeta Hûmsê çeteyên DAÎŞ’ê li çola Palmîrayê êrîşî otubuseke leşkerî kirine.

Hat ragihandin ku di êrîşê de ji hêzên girêdayî hikûmeta Şamê herî kêm 14 kes mirine û birîndar jî hene.

Li gor SOHR’ê ev bû êrîşa duyemîn ku çeteyên DAÎŞ’ê di meha Çileyê de li dijî hêzên Şamê pêk anîn.

Di êrîşa ku 1’ê Çileyê çeteyên DAÎŞ’ê li dijî nuqteyên leşkerî yên li çola rojhilat pêk anî de, 9 leşkerên Şamê û milîs miribûn.

DAÎŞ’ê di demên dawî de êrîşên xwe yên li hêzên Şamê zêde kirine. Bi taybetî jî li çolê êrîşan pêk tîne.