Çeteyên artêşa Tirk zarokek Efrînî bi kêran qetil kir

Çeteyên artêşa Tirk a ku Erdogan weke ‘Artêşa Mîllî’ bi nav dike, zarokê bi navê Mihemed Mûstefa Xelîl yê 16 salî bi kêran qetilkirin û avêtin rexê rê.

Li gorî nûçeya ANHA’yê ku agahiyan dispêre çavakaniyeke ji Efrînê, diyar kir ku artêşa Tirk û çeteyên wê zarokê bi navê Mihemed Mûstefa Xelîl (16) salî ê ji gundê Sêmalka ya girêdayî navçeya Mabata ya Efrînê bi kêran qetilkiriye.

Heman çavkaniyê anî ziman ku zarokê ji bo nan bigire saetên sibê ji mal derketiye û got: “Duh dema zarok ji bo nan bigire ji mal derdikeve, çeteyên artêşa Tirk digirin û ji bo tiştên wan ji depoyekê veguhêzin birine. Piştî ku karê wan diqede, çete Mihemed Mûstefa Xelîl kêr dikin û tavêjin rexê rê.”

Dîsa heman çavkaniyê ev agahî da: “Dema welatiyan Mihemed ji bo bibin derman bikin, li nexweşxaneya leşkerî ya Efrînê ku artêşa Tirk avakiriye, derman nakin. Ji wir jî welatiyan bi neçarî Mihemedê birîna wî giran rakirin nexweşxaneyeke Ezazê. Lê berî ku Mihemed bigîhêje nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dide.”

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ev ne kiryara yekem a artêşa Tirk û çeteyên wê ye. Artêşa Tirk a dagirker û çeteyê wê jina bi navê Zozan Beşîr Silêman revandibû û destdirêjî jinan dikin.

Her wiha revandin û qetilkirin bûye yek ji kiryarên artêşa Tirk û çeteyên wê.