Di şerê duh ê li gundên El Felic û El Bedir û embarên genim de çeteyekî Tirk ê bi navê "Abdullah Turkî" yê ku berê di şerê Kobanê de birîndar bibû hate kuştin. Li ser termê çeteyê Tirk hinek belge jî ket destê şervanan.
Pêngava çaremîn a Xezeba Firatê bi hemû dijwariya xwe berdewam e.
Duh li gundên El Felic, Bedir û embarên genim ên 6 km li rojhilatê Reqaye şerekî dijwar qewimî. Di encamê de gundê Felic û embarên genim hatin rizgarkirin. Di şer de bi dehan çete hatin kuştin û termê hinek çeteyan ket destê şervanan.
ABDULLAH TURKÎ
Ji belgeyên li ser çeteyan hatine girtin diyar bû ku di nav çeteyên kuştî de yek jê Tirk e û navê wî 'Abdulah Turkî' ye. Di belgeyan de xuya ye ku Abdullah Turkî kadroyeke çeteyên DAIŞ e û demek dirêj e di nav DAIŞ de kar dike. Li gorî belgeyê Abdullah Turkî di sala 1987 jidayik bûye û di êrîşên li ser Kobanê de cih girtiye. Ji ber ku di şerê Kobanê de birîndar bûye ji leşkeriyê dûr ketiye û lewma li derdora Reqa weke polîs wezîfe kiriye.
BELGE LI SER NAVÊ WALIYÊ REQAYÊ HATIYE NIVÎSANDIN
Belgeyek jê kaxeza sewqa nexweşxaneyê ye û bi navê "Waliyê Reqayê Ebû Hemza" hatiye mohrkirin. Di belgeyê de tê gotin, "em Abdullah Turkî yê di şerê Kobanê de birîndar bûye ji we re rêdikin û dixwazin ku hûn derbarê nexweşiya wî de hûn muayenek baş bikin."
BELGEYA ERKDARKIRINÊ
Belgeyeke din a li ser çeteyên bi navê 'Abdullah Turkî' ketiye destê şervanan jî, belgeya derbarê erkdarkirina vî çeteyî de ye. Belge bi navê serçete Ebû Saad Cizrawî hatiye îmzekirin û tê de tê gotin ku Abdullah Turkî demekê li Reqqa û derdora wê bi "fermandariya Tugaya Şûheda" hatiye erkdarkirin.
Belgeya din a li ser çeteyê Tirk hatiye dîtin, nasnameya ku li ser navê serçeteyê "Ebû Xebat El Iraqî" hatiye mohrkirin e. Di nasnamê de tê gotin ku Abdullah Turkî yê li Kobanê birîndar bûye, li navçeya Mansûra weke polîs hatiye erkdarkirin.
MUQAWELEYA KIRÎNA MAŞÎNEYÊ
Belgeya din a li ser çeteyê Tirk Abdullah Turkî ketiye dest, belgeya derbarê kirîna maşîneyekê li Reqa ye.
Belge nîşan dide ku Abdullah Turkî, ji kesekî bi navê "Îbrahîm Xalid" ê xwediyê nivîsîngeha kirîn û firotina maşîneyan (Oto Galeri) jeepek ji Ewropa hatiye girtiye. Du kesên bi navê "Ebû Davûd Turkî" û "Muhammed Muhammed bin Elî" jî di ji bo çete Abdullah Turkî bûne kefîl û weke şahid û muqawele îmze kirine.