Çete êrîşî Efrînê dikin
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker, bombeyan li gundên Kantona Efrînê dibarînin. Şervanên YPG û YPJ jî bersivê didin êrîşan.
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker, bombeyan li gundên Kantona Efrînê dibarînin. Şervanên YPG û YPJ jî bersivê didin êrîşan.
ANHA'yê ragihand, çeteyên dewleta Tirk a dagiker ku li Ezazê bi cih bûne, bombeyan li gundên Ena, Tenib, Qestel Cindo û Qetma yên ser bi navçeya Şera ya Efrînê dibarînin. Şervanên YPG û YPJ'ê jî di cih de bersiva êrîşan didin.
Êrîşa çeteyan hê jî dewam dike. Gelek topên çeteyan li zeviyên welatiyan ketin û zerar gihîştin zeviyan.