BI DÎMEN

Çenteyê ku Sara diyarî kiribû, hîn jî pê re ye

Dilbirîn Temê dema 12 salî bû Sakîne Cansiz nas kir. Çenteyê ku dabû dayika wî, hîn jî diparêze. Dilbirîn Temê got, "Tenê sê rojan li mala me mabû, lê belê mîna sê salan bû."

Kamîle Temê piştî ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û PKK di sala 1982'an de nas kir, mala xwe ya li gundê Merga Mîra yê li Dêrikê ji gerîla re vekir. Li vê mala ku Azîme û Binevş lê man, Sakîne Cansiz jî lê bû mêvan.

Dayika Kamîle beriya ku sala 2021'ê wefat bike, çenteyê ku Sakîne Cansiz diyarî wê kiribû, emanetî kurê xwe Dilbirîn Temê kir. Dilbirîn hîn 12 salî bû ku Sakîne Cansiz dît. Dilbirîn Temê di salvegera şehadeta Sakîne Cansiz de ji ANF'ê re axivî. Dilbirîn sala 1993'an dema ku Sakîne Cansiz ji qada Lubnanê vegeriya ew dît û got, "Ji bo biçe çiyê hatibû mala me. Mala me ya li Merga Mîra ji bo gerîlayên diçûn çiyê cihekî kombûnê bû. Hevala Sara jî yek ji van gerîlayan bû. Hejmar zêde bû, lê belê hevala Sara bal dikişand. Xwedî taybetmendiyên cuda bû."

MÎNA ZAROKA DAYIKA MIN BÛ

Dilbirîn Temê qala têkiliya 3 rojan a Sakîne Cansiz a li nava malbatê kir: "Dema ku hat mala me kesî hevala Sara nas nedikir, rûyekî nû bû ji bo me. Lê belê hîn di roja destpêkê de mîna keça mala me bû tevdigeriya, bi malbatê re bû yek, xwe biyanî nedît. Têkilî bi zarokan, jinan, mêran re danî, mîna zarokeke dayika min bû tevgeriya, weke dayikê qebûl kir û mîna xwediyê malê bû. Hejmara li malê nêzî 50-60 kes bû, lê belê hevala Sara di nava wê girseyê de bal dikişand."

HEWLDANA DERBASBÛNA JI SÎNOR

Dilbirîn diyar kir ku hewldana destpêkê ya Sakîne Cansiz a ji bo derbasbûna ji sînor pêk nehat û got, "Careke din li malê vegeriya. Ya rast vegera wê em kêfxweş kiribû. Herî zêde dayika min pê kêfxweş bûbû. Dayika min gotibû, 'keça min li malê vegeriya'. Gelekî bi hevala Sara ve hatibû girêdan. Hevala Sara herî dawî dema ku çû ji dayika min re got, 'tu dayika min e, li vir jî êdî maleke min heye' û çenteyek ji dayika min re hişt. Tenê sê rojan li mala me mabû, lê belê mîna ku me bi salan hev nas dikir. Sê roj bûbû mîna sê salan. Ji liv û tevgera wê dihate fêhmkirin bê çiqasî zane ye. Ji ber vê yekê em gelekî pê ve hatibûn girêdan. Bi me re sohbet dikir, pirs dipirsî.

ÇENTEYÊ WÊ EMANETEKE PÎROZ E

Hevala Sara dayika min mîna dayika xwe dît, jê hez kir û ji ber qîmetê dida malbatê çenteyek diyarî dayika min kir. Dayika min heta wefat bike çente parast. Çente hîn bi me re ye û em diparêzin. Mîna emanetekî pîroz dibînin.

Ji bo dayika min destpêka serdemeke nû bû. Malbat welatparêz bû, lê belê ji sekna hevala Sara gelekî bi bandor bûbû. Dayika min piştî ku hevala Sara nas kir hîn bêhtir bi kar ve hate girêdan. Digot 'Min sozek da Sara'. Gelek heval hatin mala me, lê belê şop û bandora hevala Sara hîn di bîra min de ye."