Çend wêne ji eniya Dêra Zorê

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ji bo çeteyên DAÎŞ'ê ji herêma Hecînê derxînin şerekî giran dikin.

Qonaxa dawî ya vê pêngava QSD'ê ku bi navê "Operasyona qedandina terorê" tê meşandin, 10'ê Îlonê dest pê kir. Çeteyên DAÎŞ'ê li çend cihên li ser sînorê Iraq û Sûriyeyê asê mane.

Operasyon li aliyê rojhilat ê Çemê Firatê tê kirin. Li vê derê bajarokên Hecîn, El Şafa, Sûsê û Bahûz hene. Hecîn cihê dawî ye ku di destê çeteyan de maye, lewma gelekî girîng e.

Ecac û bahoza tozê ku gelek caran li herêmê radibe, bandorê li pêşveçûna şervanên QSD'ê û desteka hewayî dike. Çete jî ji vê yekê sûdê werdigirin û hewl didin êrîş bikin.

Çend wêneyên ku ji aliyê nûçegihanên ANF'ê yên li herêmê hatin kişandin, şert û mercên giran ên şer radixin pêş çavan.

Ecacok û babilîsok dike ku mirov nikarin pêşiya xwe bibînin. Ji ber vê yekê porê gelek şervanan di nav tozê de mane û neçar in rûyê xwe binixumînin.

Li gel şert û mercên giran ê şer, şervanek êm dide kevokan.

Şervanên jin û mêr voleybolê dilîzin, çekên xwe paqij dikin, guleyên roketê bi cih dikin û berê xwe didin eniya şer...

Di operasyonê de yekîneyên taybet ên QSD'ê ku rûyê wan nixumandî ye, hene.