'Çareseriya Rojhilata Navîn bi rewşa Ocalan ve girêdayî ye'

Siyasetmedar Loqman Caro li ser tecrîda Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan axivî û got çareseriya pirsgirêka Rojava Navîn bi rewaş Ocalan ve girêdayî ye.

Siyasetmedarê Kurd ê ji Efrînê Luqman Caro ku niha li Til Rifat dijî, li ser rewşa li Rojhilata Navîn got Şerê Cîhanê yê sêyan tê jiyîn û diyar kir 1998'an bi destpêka Komploya Navnetewî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vî şerî des pê kiriye.

Caro got, ''Rêber Ocalan pêşeroj nirxand û dizanî ku herêm ber şerekî sêyemîn ve diçe. Helbet dewletên herêmê yên ku serkêşiya wê di asta yekem de Tirkiye dike û piştî wê Îran e, li hember guhartinên pêşerojê pilanên wan jî hene naxwazin guhartin çêbibe, ew jî tedbîrên xwe weke dewletek kûr û kevin digirin, ji bo wê ji dixwazin her hewildanekê bişkînin û tek bibin.

Lê belê rêber Ocalan serkêşiya Şoreşa Rojava û Rojhilata navîn û ya gelan dike. Dewleta Tirkiyê û dewletên netewperest proje û felsefeya Rêber Ocalan ji xwe re weke xeteriyekê dibînin. Ji ber wê jî hemû hewildanên wan ew e ku Rêber Ocalan ji qadê dûr bixînin û projeya Rêber Ocalan têk bibin. Her wiha navika wê projeyê di rojava de hate avakirin, sîstema netewa demokratîk , rêveberiya xweser e, ji ber vê jî Tirkiye her hewil dide ku Rêber Ocalan ji qada çareseriyê dûr bixîne ji ber wê hertim tecrîdê datîne.''

Caro li ser sedema tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wiha got: “Weke ku tê zanîn beriya vê bi demekê dîsa tecrîd girankirîbû lê belê piştî hewlidan û pêşandan û raperîna gelê herêmê hin hevdîtin bi Rêber Ocalan re hatin çêkirin, hin perspektîv ji bo çareseriyê şandin lê dewleta Tirk nêrîn û nirxandinên Rêber Ocalan ji xwe re weke xeteriyekê dibîne û tim êrîşê dibe ser gelê Kurd, ji Efrînê heta bi Serê Kaniyê, Girê Spî û Heftanînê.

Di vê demê de tecrîd li ser Rêber Ocalan giran kirine, ji ber ku planên xwe hene, ew jî têkbirina tevgera azadiyê ye. Ji bov ê tecrîd giran kir û di aliyê ragihandinî de jî şerê taybet meşand, rêkeftin û peymanên dizî çêkirin, û mixabin carna heza herêma Başûr destê xwe tê de heye û ev jî ne li gorî doza Kurdî û çaresrkirina doza Kurdî ye. Çareserkirina doza Kurdî û Rojhilata Navîn giştî girêdayî rewşa Rêber Ocalan e û em ê her hewil bidin ku Rêber Ocalan ji tecrîdê derbixînin, helbet xwe pêşanadan ji aliyê gel ve wê çêbibin. Gel gihiştiye wê astê ku şerê taybet bandorê li ser neke.

Tirkiyê her hewil dide ku Kurd tevlî diyaloga Cinêvê nebin, ji ber vê tecrîdê giran dike. Ev ne li gorî berjewendiya Tirkiyê û dewletên herêmê ne. Ji ber ku doza Kurd bûye dozeke giştî, heke çareser nebe li Rojhilata Navîn tim wê krîz hebin. Tirkiye fikir û felsefeya Rêber Ocalan ji bo xwe weke talokeyeke mezin dibînin, ji ber vê tim tecrîd tê li ser tê danîn.''