Çalakiya Mertalên Zindî ya li Girê Spî didome

Çalakiya Mertalên Zindî ya li dijî gefên dagirkeriyê ya dewleta Tirk a li ser sînorê Kantona Girê Spî hatibû destpêkirin di roja 6’an de didome.

Li taxa Munbetih a kantona Girê Spî li ser sînorê di navbera Sûriyê û Bakurê Kurdistanê çalakiya Mertalên Zindî ya şêniyên kantonê ya ji bo şermezarkirina gefên dagirkeriya dewleta Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di roja 6‘emîn de didome.

Di bin konê çalakiyê de Hevserokê berê yê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Girê Spî Mensûr El-Selûm axivî û got: " Herêm bi saya şoreşa demokratîk di nava ewlehî û aramiyê de, hemû pêkhate bi hev re dijîn. Ev şoreş ji bingehê felsefeya Rêber Abdullah Ocalan ê banga aştî, hezkirin û jiyana hevbeş hatiye avakirin, niha jî em encamên wê digirin."

El-Selûm bang li welatiyên Sûriyê yên destekê didin siyasetên dewleta Tirk a dagirker kir û ev got: "Peyama min ji Sûriyên ku serî daxistine û xwe xistine hembêza dagirker Erdogan, bila bizanin ku dema wan xilas dibe. Gelek caran me bang li wan kiriye ku vegerin hembêza welatên xwe, ji ber ku Erdogan ê dagirker e. Ji bo armancên xwe yên dagirkirinê pêk bîne we dixapîne. Dixwaze têkçûna xwe ya aborî, siyasî û leşkerî bi hinceta ewlehiya sînor bigire."

Hevserokê Komîteya Şaredariyan a Girê Spî Îzet El-Hermê, Hevseroka Meclîsa Navçeya Silûkê Fatima Himêdî, endamê Meclîsa Girê Spî Mustefa Bozo û Hevseroka Meclîsa Bajaroka Elî Baciliyê Zerîfa Qewas axivîn û gotin ew ê li dijî gef û êrîşên Tirkiyê yên li ser herêmê bisekinin.