Çalakiya li Sêmalka bi serdanan didome
Ji bo wergirtina cenazeyê gerîlayan çalakiya li deriyê sînor ê Sêmalkayê didome. Endamên PYD’ê îro çûn serdana konê çalakiyê.
Ji bo wergirtina cenazeyê gerîlayan çalakiya li deriyê sînor ê Sêmalkayê didome. Endamên PYD’ê îro çûn serdana konê çalakiyê.
Endamên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi armanca şermezarkirina bêdengiya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya li hemberî radestkirina cenazeyên şehîdan tev li çalakiya konvedanê ya li Sêmalkayê bûn.
Her wiha gelek pêkhateyên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û endamên partiyên siyasî, saziyên civaka sivîl, Nivîsgeha Kar û Barên Olî û rêxistinên hiqûqî tev li çalakiyê bûn û banga radestkirina cenazeyên şehîdan kir. Di çalakiyê de tevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re jî hate şermezarkirin.
Tê payîn ku sibê jî komîteyên aborî yên kantona Qamişloyê tev li çalakiyê bibin.