Çalakiya greva birçîbûnê ya li Girkê Legê berdewam dike

Li Girkê Legê çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo piştgiriya têkoşîn û berxwedana girtiyên di girtîgehên dewleta Tirk a dagirker de û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dest pê kiriye berdewam dike.

Li Girkê Legê ya Kantona Qamişloyê bi boneya piştgiriya bi çalakgerên greva birçîbûnê yên li girtîgehên Tirkiyeyê de ne û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya greva birçîbûnê hatibû destpêkirin.

 Însiyatîfa Gel bi dirûşma "Em ê berxwedana girtîgehan vejînin û bi giyan û nirxên şehîdan dê Rêberê xwe azad bikin" konê çalakiyê li pêşiya Navenda Rêveberiya Dibistanan a navçeya Girkê Legê ya Kantona Qamişloyê danîn. 100 welatî tevlî çalakiya greva birçîbûnê bûn.

Di çalakiyê de, endamê Însiyatîfa Gel a Girkê Legê Fuad Sedî axivî û got: "Ne çalakiya me ya yekemîn e. Lê belê berdewama berxwedana Mazlûm Dogan, Kemal Pîr û hevalên girtîgeha Amedê ne ku rêya niha em li ser dimeşin, ji me re xêz kirin."

Bi domdarî Sedî, wiha got: "Berxwedan jiyan e, rêya gihaştina azadiyê, pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan e."

Paşê endamê Meclîsa Navçeya Til Koçerê Salih El Kino axivî û got: "Ev kon, ji bo gelên ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan têdikoşin, konê rûmetê û serbilindiyê ye."

Helbestvan Seîd Mele Yusif helbestek li ser berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şehîdan û fedekariyên wan xwend.

Piştre endamê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Fayiq Hisên axivî û got: "Karwanekî hevalên pêşîn ên di girtîgehên Tirkiyeyê de dest bi greva birçîbûnê kirin, tovên felsefeya berxwedan jiyan e, çandin û gotin heke em li ber xwe nedin, em dê bimirin. Li ser vê esasê em îro dikarin vê gavê bavêjin. Ji ber ku azadiya Rêber Abdullah Ocalan xilasiya me ye û em dê bi rêya wê hêvî û armancên xwe pêk bînin."

Pişt re, li ser navê saziyên navçeyên Girkê Legê, Til Koçer û Çilaxa axaftin hatin kirin.

Her wiha perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan yên têkildarî jiyanê û berxwedanê li ser bingeha Şerê Gel ê Şoreşgerî hatin xwendin.

Tê payîn ku sibe jî li navçeya Til Hemîsê çalakî bê lidarxistin.