96 rêxistin û desteyên hiqûqî yên Sûriyeyê banga girtina qada hewayî kirin

96 rêxistin, desteyên hiqûqî û sivîl ên Sûriyeyê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin û banga girtina qada hewayî ya herêmê kirin.

96 rêxistin, desteyên hiqûqî û sivîl ên Sûriyeyê bangawaziyeke hiqûqî kirin û êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin.

Di bangawaziya rêxistinên hiqûqî û sivîl ên Sûriyeyê de wiha hate gotin: ” Hêzên dewleta Tirk a dagirker êrîşeke hovane û berfireh li dijî xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rêya balafirên şer, bêmirov, top û hawanan pêk tîne. Bi wê re qada hewayî û serweriya Sûriyeyê li gorî rêgez û pîvanên navneteweyî bin pê dike. Di êrîşên dewleta Tirk de wêranî û zirarên mezin gihaştin binesazî, avahiyên stratejîk, navendên tenduristî, xizmetguzarî, mal û milkên taybet û giştî yên herêmê. Di encama wan êrîşan de gelek welatî şehîd bûn û bi dehan birîndar bûn.”

Rêxistin û desteyên hiqûqî û sivîl ên Sûriyeyê bang li NY′yê, tevahî deste û saziyên navneteweyî yên têkildarî parastina mafên mirovan kir û ev bang kirin:

“Qada hewayî ya herêmê li ber êrişên dewleta Tirk bê girtin.

Hêzên dewleta Tirk ji xaka Sûriyeyê vekişin.

Bila komîteyeke ji bo lêkolînkirina sûcên dewleta Tirk ên li dijî herêmê bê avakirin.

Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û saziyên wê yên hiqûqî li hemberî êrîşan rabin.”