92 rêxistinên Sûrî: Divê mafê Kurdan bê parastin

92 rêxistinên jinan û parêzvanên mafê mirovan ên Sûriye bi daxuyaniyeke hevpar daxwaza çareseriya krîzan kirin, bang kir ku mafê Kurdan divê bi destûra bingehîn bê parasitin.

Rêxistinên Sûrî, ji bo 10’ê Kanûnê Roja Mafê Mirovan a Cîhanê daxuyaniyek hevpar dan.

Di daxuyaniyê de rêxistinên parêzvanên mafê mirovan û saziyên jinan û derdorên hiqûqî îmze kirin.

Deklerasyona ji 16 bendan pêk tê, bang li rejîma Sûriye û civaka navneteweyî hate kirin ku çareseriyê ji krîzan re bibinin.

Ew bend wiha ne:

1- Yekser tevahî kiryarên tundî, kuştin û xwînrijandina li kolanên Sûriyê bi tevahî, bi taybet jî li herêmên Kurdan, çavkaniya wan tundî û rewabûna wan çi dibe bila bibe, rawestînin û rewabûneke pratîk û xebatê ya çarseriya siyasî ya aştiyane pêk bînin.

2- Yekeser tevahî kiryarên nîjadperest û çewsîner ku xwe dispêrin rêbazên qirkirina etnîk bi mafên Kurdên Sûriyê, rawestînin.

3- Divê tevahî girtiyên siyasî û girtiyên ku bi sedema beşdariya wan di xwepêşandanên aştiyane yên li tevahî bajarên Sûriyê de hatine girtin, bên berdan. Her wiha yên ku bi cînayetê nehatine tawanbarkirin, divê bi lezgînî li gorî qanûnên dadgehên adil, bên dadgehkirin.

4- Divê bi lezgînî xebata li ser serbestberdana tevahî revandiyên jin, mêr û zarokan, kîjan aliyên revandî dibe bila bibe, pêk bê.

5- Divê yekser çarenûsa windahiyan ji jin, mêr û zarokan, piştî rûdana befireh a revandina bizorê, bê eşkerekirin. Bi wê re jî dosyaya berfireh der barê revandiyên Sûriyê de pêk hat.

6- Divê xebat li dijî tundiya bi tevahî şêwe û rûdanên tundî û nijadperestiya li ser astên hikumî û ne hikumî û gelê Sûriyê, pêk bê û çanda aştiya civakî, lêborîn û kevneşopên demokrasiya rastîn bê teşhîrkirin.

7- Divê metoda mafan di nakokî û rêzdariya vê mafê de, bê bilindkirin, di rastiyê de pêk bê, parastina berdewama wê û geşkirina çanda curbûyînê û teşwîqkirina wê, bê bilindkirin û her wiha jî divê atmosfêrên demokratîk ên guncaw bê kirin.

8- Divê nirxên mafên mirovan, welatî, demokrasî û lêborînê bên bilindkirin û di serî de jî mafên baweriyan çi ol, çi jî ji bilî wê dibe. Her wiha jî divê mafên nêrîn û axaftinê, rêxistina sendîqe, kombûna aştî û pirrengiya siyasî, bên parastin.

9- Divê kedên nîştimanî yên Sûriyê bên dayîn ku welat ji rewşa kaosa pêkhateyên etînîk û qewmî ber bi dewleta jiyana hevbeş û çanda ku di bingehê de bi hev itîraf dikin, biçe. Her wiha jî divê ked li hevkarî û hevgirtinê bên dayîn û divê pirrengî bibe çavkaniya dewlemendiya kesayeta ferdî û komî.

10- Divê komîteya dozgerî ya serbixwe, yekalî, bawer û zelal bi beşdariya nûnerên ji rêxistinên parêzvanên mafên mirovan li Sûriyê bê avakirin da ku sedemên tundî û tundîvanan eşkere bike û kesên qurbanî çi hikumet dibe, çi jî ne hikumet dibe, rakin dadgehê û lêpirsîna wan bikin.

11- Divê xebat ji bo pêkanîna edaleta veguherîner bi rêya garantiya pêkanîna edalet û lêpirsîna li ser tevahî qurbaniyên li Sûriyê bê kirin. Her wiha jî divê metoda lêpirsînê û nerizgarkirina ji cezayê ku bibe rêbaza bingehîn ku deriyê aştiyê yê pêkanîna berjewendiyên nîştimanî vedike, bê bilindkirin. Da ku yekîtî, pirrengî û demokrasî li Sûriyê bê avakirin. Bi wê re jî çavdêrî û şopandina kujerên sûcan çi hikumî, çi jî ne hikumî, pêk tê. Dibe ku hin sûc jê jî bikevin nava xana sûcên li dijî mirovahiyê û dosyeya binpêkeran ji dadgehên nîştimanî û navdewletî re bê rakirin.

12- Divê piştevaniya plan û projeya bi armanca birêvebirina merheleya demkî li Sûriyê û erkdarkirina hêmanên piştgiriya projeyên avakirin û geşkirinê, bê kirin. Her wiha jî divê piştgiriya proje û werşeyên perwerdê yên bi dehefa perwerdekrina pêşengên siyasî yên Sûriyê li ser xebata demokratîk û kiryarên wê, bê kirin.

13- Doza Kurd a li Sûriyê, doza nîştimanî û demokratîk a yekane ye. Divê piştevaniya kedên ji bo wê da ku çareyeke demokratîk û adil li ser esasê itîrafa destûrê ya bi mafên neteweyî yên projeya gelê Kurd bê dîtin, were kirin. Her wiha jî zilma li ser û tevahî siyasetên nijadî û encamên wê bê rakirin û kesên di ziraran re derbas bûne di çarçoveya yekitiya Sûriya ya xak û gel de, bên rakirin. Ev jî divê li ser tevahî pêkhateyên dîtir re yên ku di azarên siyasetên nijadperestî bi radeyên cihêreng derbas bûne re jî, pêkan e.

14- Divê pêdiviyên jiyan, aborî û mirovî ji bajarên hatine wêrankirin û ji koçberên di hundir û derveyê welat re bên peydakirin û tevahî pêdiviyên pêwîst ên alîkariyê bên dayîn.

15- Divê siyasetên Sûriyê yên nû bên eşkerekirin û tevahî alî li ser têkbirina tevahî cureyên cudatiyên bi mafên jinan bi rêya bernameyên piştgirî, zanekirin, dagirtina welatiyan û bihêzkirina malbatên xizan ku ji tevahiyan re cih, jiyana guncaw a rûmet, azad û ewle, bixebitin. Ya destpêkê de jî bê kirin, tenê bi girtina helwesta cidî ya rawestandina tundî û aktîvkirina çareyên siyasî yên aştiyane li Sûriyê ji bo pêşerojeke ewle û demokratîk, pêkan e.

16- Divê rêxistin û desteyên pêwendîdar bi parastina nirxên welatî û mafên mirovan li Sûriyê rabin û pêşniyara rêbazên ewle û afirandina rêbazên aştiyane yên piştgiriya belavkirin û sepandina nirxên welatî û lêborîna di navbera sûriyan li ser cudabûna qewmiyetên wan de dikin, bikin. Da ku bibe garantiya rastîn a çareserkirina yekitiya civaka Sûriyê û pêşeroja wê ya demokratîk a ewle ji tevahî şêniyan re ya wekhev.